Rejîma Îranê li Merîwanê kolberekî Kurd qetil kir

Rejîma Îranê li Merîwanê kolberekî Kurd qetil kir

PeyamaKurd – Hêmin Daneş, kolberekî Kurd ê 26 salî yê ji Merîwanê, sibeha îro, (28.07.2025) ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin.

Li gorî rapora Saziya Mafên Mirovan a Hengawê, gule bera zikê wî dane û wî yekser jiyana xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku Hêmin Daneş zewicî bû û bavê keçeke 2 salî bû. Cendekê wî piştî bûyerê rakirine nexweşxaneya Merîwanê.

Li gorî daneyên Hangawê, piştî ragihandina agirbesta di navbera Îran û Îsraîlê de, Hêmin Daneş kolberê 7emîn ê Kurd e ku bi destê çekdarên rejîmê ve li Rojhilatê Kurdistanê hatiye qetilkirin.

Ev nivîs 156 car hatiye xwendin.