Şaxewan Abdûllah: “Wext hatiye em xwe ji Bexdayê vekişînin”

PeyamaKurd – Cîgirê serokê Parlementoya Bexdayê yê PDKyî Şaxewan Abdûllah got ku wext hatiye fraksiyonên Kurdistanê xwe ji Bexdayê vekişînin.
Şaxewan Abdullah îro 29 Gulan a 2025an de roja Pêncşemê daxwuyaniyekî nivîskî da û got:
“Îro li ser mehaneyên xebatkarên Kurdistanê me bi birayên xwe yên grûbên Kurdistanê re hevdîtinekî dirêj kir û me gelek biryaran da”
Abdullah, destnîşan kir ku nameyekî li ser îhlalên mehaneyên xebatkarên Herêma Kurdistanê bo serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya Sudani re şandiye û di nameya xwe de gotiye:
“Me bang kir ku îhlalan bidin sekinandin, mehaneyan bişînin û di wextekî kurt de pirsgirêkan çareser bikin. Mehaneyan li hemberê xebatkarên Kurdistanê wekî kardekî siyasî bikarneynin. Me ji serokkomarê Kurd û wezîran xwest ku di mijarê de tewrekî zelal nîşan bidin.
Me gelek caran daxwaz kir ku em biyarê bidin da ji hukumeta Bexdayê vekişin û hukumetê boykot bikin. Lê me her wext rêya diyalogê vekirî hişt. Boykot, vekişîna ji Bexdayê an biryarekî din, eger bê dayîn, ez ê di nav yek seetekî de bicîh bînim.”
Fraksiyonên Kurdistanê rawestandina şandina mehaneyên xebatkarên Kurdistanê û biryara nedayîna mehaneyan ya ji aliyê wezareta darayî de, bi ecêbmayî dîtibûn û di daxwuyaniya xwe de weha gotibûn:
“Bi sedema siyaseta wezareta darayî ya federal, xebatkarên Herêma Kurdistanê bi birsê re rû bi rû mane û nikarin debara xwe bikin. Li gor xala 37/1ê şert çi dibin bila bibin, onûra hemwelatiyan dixe bin garantiyê. Ev biryar siyasiye û îhlala destûra Iraqêye…”
Ev nivîs 145 car hatiye xwendin.




