Sefîn Dîzeyî: Em bi vebêrhanên Çînê xweşhal in

PeyamaKurd – Îro, roja Duşemê, 2yê Hezîrana 2025an, 24emîn Pêşbirka Jêhatîbûna Zimanê Çînî ji bo Xwendekarên Biyanî (China Bridge) li Zanîngeha Selahedînê ya Hewlêrê dest pê kir.
Sefîn Dîzeyî, Rêveberê Ofîsa Têkiliyên Derve ya Kurdistanê, di merasîmê de axivî û bal kişand ser girîngiya pêşxistina têkiliyên di navbera Hewlêr û Pekînê de.
Wî xweşhaliya xwe ji bo înîsiyatîfên Konsolosxaneya Çînê yên veberhênanê di sektorên cihê de nîşan da û got,
“Pêşvebirina têkiliyên me bi Çînê re di her alî de gelekî girîng in. Divê em dostaniya xwe bi Çînê re berdewam bikin.”
Dîzeyî her weha tekez kir ku armanca wan zêdekirina hevkariyê bi Çînê re ye û weha pê de çû:
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.“Her sal serdanên dualî di navbera Herêma Kurdistanê û Çînê de çêdibin. Welatiyên me serdana Çînê dikin û çand û dîroka wî welatî nas dikin. Dema welatiyên Çînî tên Hewlêrê, ew heyraniya xwe ji bo aramî û pêşkeftina bajêr eşkere dikin.”





