Zêbarî: Zêdetirî 1700 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir hatin desteserkirin

Zêbarî: Zêdetirî 1700 bazirgan û bikarhênerên madeyên hişbir hatin desteserkirin

PeyamaKurd- Berpirsê Rêkxistina Raspardeyên Navdewletî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dîndar Zêbarî, di panela kampanyaya neteweyî ya rûbirûbûna madeyên hişber de, ku îro ji aliyê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve li Hewlêrê hate lidarxistin axivî.

Zêbarî got, “500 tûşbûyîyên madeyên hişber ji 800 tûşbûyîyan, li çaksaziyên Herêma Kurdistanê hatine vegerandin” û ragihand, “Zêdetirî 1700 bazirgan û bikarînerên madeyên hişber hatine desteserkirin.”

Zêbarî, di panelê de bal kişand ser ku sala 2024an zêdetirî hezar û 528 bazirgan û bikarînerên madeyên hişber hatine hikimkirin ku îsal hejmara bazirgan û bikarînerên madeyên hişber yên ku hatine hikimkirin gehiştiye 1700 kesan.

Dîndar Zêbarî behsa rola rola kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di rûbirûbûna madeyên hişber de kir û wiha axivî: “Li sala 2021ê nêzîkî 212 bazirgan û hezar û 182 bikarînerên madeyên hişber hatine girtin û hikimkirin, li sala 2024ê ev hejmar çar qat zêde bû û gehişt nêzî 831 bazirganan ku, hatine desteserkirin û hikimkirin. Sala 2024an nêzîkî 466 hezar kîlogramên madeyên hişber hatine desteserkirin, ji bilî toneka madeyên hişber ên krîstal.”

Herwiha Zêbarî da zanîn, li Silêmaniyê hezar û 190 bazirgan û bikarînerên madeyên hişber hatine desteserkirin û hikimkirin, hejmara giştî ya bazirgan û bikarînerên madeyên hişber ên ku li Herêma Kurdistanê hatine desteserkirin û hikimkirin gihîştiye nêzîkî du hezar bazirgan û bikarîneran.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî îro 29ê Gulanê, bi çavdêriya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi dirûşma "Bi hev re ber bi civakeke bihêz û saxlem ve" kampanyayeke neteweyî ya rûbirûbûna madeyên hişber ragihand.

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Wezîrê Perwerdeyê Alan Heme Seîd, Wezîrê Tendirustiyê Saman Berzincî û hejmareke din a berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevlî wê kampanyayê bûn.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.