Mezlûm Ebdî: Em amade ne li gel Erdogan bicivin

PeyamaKurd – Mezlûm Ebdî, Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku ew bi Tirkiyê re di têkiliyê de ne û ji bo hevdîtina bi Erdogan re amade ye.
Di hevpeyvîna bi kenala Şems re, wî tekez kir ku Kurd dê roleke girîng bilîzin û amade ne ji bo diyalogê bi hikûmeta veguhêz a Sûrî re.
Ebdî got ku entegrekirina HSDyê di avahiya leşkerî ya Sûriyeyê de divê bi rêkeftineke siyasî ya nenavendî be, û "çareseriyên bilez" red kir.
Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.





