Li Sûdanê nexweşîna kolera 315 can sitend û 9 hezar û 533 kes bi kolerayê ketin
PeyamaKurd – Li welatê Sûdanê ji ber kolerayê ku sedema belavbûna wê ji rabûna lehiyê ye û kolerayê belav dike, 315 kes mirin û 9.533 kes bi nexweşînê ketin. Di rabûna lehiyê de jî 225 kes mirin.
Li gor daxwuyaniya wezareta tenduristiyê ya Sûdanê; nexweşîna kolerayê li gelek eyaletan belav bûye.
Her weha lehiya dijwar jî li 11 eyaletan rabûye û jimara kesên di lehiyê de mirine gihaye 225 kesan. Bandora neyînî ya lehiyê li 345.204 kesan bûye.
Ji meha Hezîranê û heya roja me, lehî bûye sedema belavbûna nexweşîna kolerayê û rayedarên Sûdanê di 12ê Tebaxê de belavbûna kolerayê beyan kirin.
Li Sûdanê bi sedema şer heye, sîstema dewletê û tenduristiyê baş naxebite û jiyana xelkê di xeterê de ye.