WHO: 30 hezar haletên vîrusa MPox hatin tomarkirin, 812 kes jî mirin

WHO: 30 hezar haletên vîrusa MPox hatin tomarkirin, 812 kes jî mirin

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku piraniya wan li Komara Kongoyê di nav sala 2024an de, li Afrîkayê 30 hezar nexweşên bi gumana vîrusa MPox (sorika meymûnê) hatine tomarkirin.

Di raproa WHOyê ya li navenda wê ya Cenevê hate eşkerekirin de, hate gotin ku testên MPoxê li Komara Kongoyê qediyane û ragihand ku îsal heta niha 30 hezar haletên vîrusê hatine tomarkirin.

WHOyê da xuyakirin ku li parzemîna Afrîkayê heta niha zêdetirî 800 nexweşên bi vîrusa MPoxê ketine jiyana xwe ji dest dane ku hejmara tomarkirî ya ji meha Çileyê heta Îlonê 812 kes in.

Li aliyê din di daxuyaniya Ajansa Tenduristiya Gel a Yekîtiya Afrîkayê de jî hatiye ragihandin ku di sala 2023yan de li 7 welatên Afrîkayê 739 bûyerên mirina ji MPoxê hatine tomarkirin ku li gorî sala 2022yan ji sedî 78,5 hejmara mirinan zêde bûye.

Banka Cîhanê jî eşkere kir ku wan ji bo têkoşîna dijî vîrusa MPox 128 hezar û 89 dolan fon terxan kiriye.