UNICEF 1,4 milyon doz aşiya kolerayê şand Sûdanê

UNICEF 1,4 milyon doz aşiya kolerayê şand Sûdanê

PeyamaKurd – Fon a Alîkariya Zarokan ya Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) ji bo bi kolera ya ku li Sûdanê balav bûye têbikoşe, 1,4 milyon doz aşiya kolerayê şand Sûdanê.

Li Sûdanê ji Temmûza sala 2024an heya niha tesbîta 18 hezar kesên bi kolerayê ketine kiriye û jimara kesên bi kolerayê mirine, gihaye 550 kesan. UNICEFê got:

“Ji bo têkoşîna bi kolerayê re bikin, me bi balafirê 1,4 milyon doz aşi şand Port Sûdanê. Armanc parastina zarokaye. Me berê jî 404 hezar doz şandibû.”

Li Sûdanê şer dewam dike. Hem barana dibare bi xwe re lehiyê radike û dibe sedema belavbûna nexweşîna kolerayê. Rayedarên Sûdanê ji 12ê Tebaxê û heya niha kolerayê talûka belavbûyî qebûl dikin.

Li gor UNICEFê; zarokên di bin 5 saliya xwe de, li dora 3,4 milyon zarokan qebûl dikin ku bi kolerayê re rû bi rû ne.