Serokwezîr bingeha mezintirîn nexweşxaneya pençeşêrê danî

Serokwezîr bingeha mezintirîn nexweşxaneya pençeşêrê danî

PeyamaKurd - Serokêwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li paytext Hewlêrê, beşdarî merasîma bingehdanîna nexweşxaneya penceşêrê ya herî mezin a Herêma Kurdistanê bû.

Mesrûr Barzanî di axaftina xwe ya di merasîmê de got, “Ez pir dilxweş im ku em li Hewlêrê, bingeha nexweşxaneyeke pir gring a penceşêrê ku ast û kalitiyeke bilind tê çêkirin û dikeve ber xizmeta welatiyên bajarê Hewlêrê û hemî Kurdistanê datînin.”

Serokwezîr herwiha got: “Li Herêma Kurdistanê çend nexweşxaneyên taybet ên nexweşiya penceşêrê hene ku xizmeteke zêde pêşkêşî welatiyan dikin. Herwiha nexweşên deverên din ên Iraqê jî ji bo başbûnê têne nexweşxaneyên Kurdistanê.”

Serokwezîer Mesrûr Barzanî di axaftina xwe de, ji ber xizmeteke bêhempa pêşkêşî welatiyan dikin spasiya bizîşk û karmendên kerta tendirustiyê kir.

"Başkirina xizmetên tenduristiyê karê min ê sereke bû"

Mesrûr Barzanî axaftina xwe wiha domand: “Niha pêdiviya kerta tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê bi gelek çaksazî û xizmetan heye. Loma jî ji destpêka vê kabîneyê ve başkirina xizmetên tendirustiyê ji karên min ên sereke bû. Ji ber vê yekê jî, me ji şarezayan jî pirsan kir, lê mixabin ji bo dema du salan guvaş û pejîka Koronayê hemî ket ser vê kertê û bandoreke neyînî li ser pêngavên me kir. Tevî vê yekê jî, ji bo birêxistina dermanan pêngavên gring û berbiçav hatin avêtin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî her wiha destnîşan kir ku divê kerta giştî û kerta tendirustiyê bi hevkariyê bi pêş bikevin û kalîteya tendirustiyê di kerta giştî de jî baştir be. Divê welatî jî li nexweşxaneyên giştî hest bi piştrastî û xizmetê bikin, lewma jî hin pêngavên me yên kiryarkî di vî warî de hatine destpê

Serokwezîr axaftina xwe wiha domand: "Min nûsîngeha xwe raspartiye ku bi hevahengiya Wezareta Tendirustiyê wekî pirojeyeke ezmûnî çend nexweşxaneyên kerta giştî bi pêş bixin. Ji wan jî Nexweşxaneya Rizgariyê ku yek ji mezintirîn nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê ye dest bi vê projeyê kirî ye. Li Herêma Kurdistanê rêjeya penceşêrê, wekî hemî cîhanê zêde bûye. Loma jî divê em bi hûrî û hendazeyî hem li ser çareserkirina nexweşên xwe kar bikin û hem jî baştirîn çareseriyê ji bo nexweşên xwe peyda bikin. Pêxemetî kêmkirina bargiraniyên çareserkirina nexweşên penceşêrê jî, em alîkariya sindoqa alîkarîkirina nexweşên penceşêrê dikin. Em hêvîdar in welatî û kerta taybet jî bikaribin alîkariya vê sindoqê bikin.”