UNICEF ji bo Nîjeryayê 669 hezar aşiya an ku deqandina kolerayê şand

UNICEF ji bo Nîjeryayê 669 hezar aşiya an ku deqandina kolerayê şand

PeyamaKurd - UNICEF ji bo Nîjeryayê 669 hezar aşiya an ku deqandina kolerayê şand. Aşi ji bo eyaleta Bornoyê ji bo bi nexweşîna kolerayê re têbikoşin hat şandin. Li eyaleta Bornoyê ji ber rabûna lehiyê mîkrobên kolerayê belav bûne û divê ber li nexweşînê bigrin.

UNICEF an ku Rêxistina Netweyên Yekgirtî ya Zarokan bi nivîskî daxwuyanî da û got ku nûnerên UNICEFê ragihandine bi sedema rabûna lehiyê li eyaleta Bornoyê nexweşîna kolerayê zêde bûye.

Bi rabûna lehiyê re, ava kanalê û ava vexwarinê dikare tevî hev bibe an ciyên ku xerab dibin, ne ava vexwarinê û ne ava paqij lê namîne û dibe sedema belavbûna nexweşînên wekî tifo, tîfus an bi taybetî ya kolerayê.