Bi ser şehadeta Şêx Seîd û rêhevalên wî de 100 sal derbas bû

Bi ser şehadeta Şêx Seîd û rêhevalên wî de 100 sal derbas bû

PeyamaKurd- Rêberê Kurd Şêx Seîd 13ê Sibata 1925an li navçeya Pîranê ya Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê li dijî Komara Tirkiyeyê serhildanek da destpêkirin ku piştî 100 salan hê jî di bîr û dilê Kurdan de cihekî girîng digre.

Serhildana Şêx Seîdê Pîranî, yek ji serhildanên herî mezin û girîng ên dîroka nûjen a Kurdan e ku li dijî Komara Tirkiyeyê ya nû hatibû damezrandin di sala 1925an de rû da. Serhildana Şêx Seîd di dîroka Kurdan de serhildaneke berfireh a ku li 14 bajar û navçeyan belav bû. Ev serhildan di 13ê Sibata 1925an de li navçeya Pîran a Amedê, ku îro bi navê Dîclê tê zanîn, dest pê kir û di demeke kurt de li gelek bajar û herêmên Bakurê Kurdistanê belav bû, di nav de Çewlig (Bîngol), Mûş, Erzirom, Elezîz (Xarpêt) û Çêrmûg.

Sedemên serhildanê gelek bûn, lê ya herî girîng polîtîkayên nû yên Komara Tirkiyeyê bûn ku li ser bingeha neteweperestiya Tirk û sekularîzmê hatibûn avakirin. Taybetî jî, rakirina Xelîfetiyê di sala 1924an de û girtina medreseyan û saziyên olî ji aliyê gelek Kurdan ve weke xetereyeke mezin li ser nasnameya wan a olî û çandî hat dîtin. Şêx Seîd, ku serokekî olî û pêşengê eşîra Nakşîbendî bû, bi rêxistina Azadî re têkilî danîbû, ku rêxistineke neteweperest a Kurd bû û daxwaza mafên siyasî û xweseriya Kurdan dikir. Ji ber van sedeman, serhildan xwedî bingehekî hem olî û hem jî neteweyî bû. Hêzên serhildêr bi lez mezin bûn û gelek deverên herêmê kontrol kirin, lê hikûmeta Tirk bi leşkerên mezin û bi bikaranîna balafiran bi awayekî tund bersiv da. 

Sedsaliya Şehadeta Şêx Seîd û hevalên wî

Serhildan di nav du mehan de ji aliyê artêşa Tirk ve hat şikandin. Şêx Seîd û gelek hevalên wî di meha Nîsanê de hatin girtin. Ew li Dadgeha Îstiklalê ya Amedê hatin darizandin û di encama darizandineke kurt de ew bi îdamê hatin mehkûmkirin. Di 29ê Hezîrana 1925an de, Şêx Seîd û 46 hevalên wî li Amedê, li Qada Dagkapi ku niha navê wê kirina Qada Şêx Seîd hatin îdamkirin.

Piştî ku Serhildana Şêx Seîd şikest û ew û gelek rêhevalên wî hatin girtin, 10ê Gulana 1925an li Dadgeha Îstiklalê (Şark İstiklal Mahkemesi) a Amedê hatin darizandin. Darizandina wan nêzîkî 50 rojan berdewam kir.

28ê Hezîrana 1925an dadgehê derbarê Şêx Seîd û 46 rêhevalên wî biryara darvekirinê da. Li du kesan jî cezayê girtîgehê hat birîn.

Piştî biryara dadgehê, 28 kes ji rêhevalên Şêx Seîd û beşdarên serhildana 1925an roja 28ê Hezîranê û yên din û Şêx Seîd bi xwe jî 29ê Hezîrana 1925an li taxa Deriyê Çiyê yê Amedê hatin bidarvekirin.

Ji wê rojê heta niha hîn jî nayê zanîn ka dewleta Tirkiyeyê termê Şêx Seîd û rêrêhevalên wî li kû derê veşartine û gora wan hîn jî ne diyar e.

Di serî de malbata Şêx Seîd, bi awayekî giştî Kurd û rêxistinên Kurdan ji dewleta Tirkiyeyê dixwazin ku cihê gorên Şêx Seîd û rêrêhevalên wî were eşkerekirin.

Herî dawî meha Hezîrana 2023yan 5emîn Dadgeha Îdarî ya Enqereyê li ser serlêdana malbata Şêx Seîd û Baroya Amedê daxwaza eşkerekirina cihê gora Şêx Seîd û rêrêhevalên wî, bi hinceta ku di destê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê de ti zanyarî nînin red kir.

Ji ber ku cihê gora Şêx Seîd hîn nayê zanîn, daxwaza eşkerekirina cihê gora wî rêhevalên wî tê kirin.

Darvekirina wan bû sedema paşketina tevgera neteweyî ya Kurdî, lê di heman demê de bû sembolek ji bo têkoşîna azadî û nasnameya Kurdî.

Îro gelek çalakî û bîranîn bi boneya 100emîn salvegera şehadeta wan li Kurdistanê û li welatên Ewropayê têne lidarxistin, ku di wan de girîngiya serhildanê û tekoşîna wan tê bîranîn.

Ev nivîs 203 car hatiye xwendin.