Serlêdanên pêşbirka ‘Xelata Qelema Hejar’ dest pê kir

PeyamaKurd – Xwendekarên Zanîngeha Kurdistanê ya Sineyê bi armanca balê bikêşin ser berhemên akademîk û edebiyata kurdî pêşbirka ‘Xelata Qelama Hejar’ li dar dixe.
Komîteya pêşbirka Xelata Qelama Hejar banga tevlibûnê li nivîskar, wergêr û lêkolîneran kir.
Yên ku dixwazin tev li pêşbirkê bibin dikarin heta 8ê sibata 2025an berhemên xwe ji komîteya birêvebir re bişînin.
Komîteya birêvebir bi taybetî hêvî dike ku nivîskar, wergêr û lêkolînerên ji Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî beşdarî pêşbirkê bibin.
Komîteya birêvebir da zanîn ku ev xelat ji bo bîranîna helbestvan û rewşenbîrê navdar ê kurd Hejar Mukriyanî tê dayîn.
Bangewaziya şandina berheman ji pêşbirkê re
Nivîskar, wergêr û lêkolîner, dikarin bi berhemên xwe yên ku aîdên beş û cureyên li xwarê diyar in, serî li vê xelatê bixin:
Wêjeya Kurdî
Çîrok, Wêjeya zarok û nûciwanan, şanoname û helbest.
Lêkolînên zimannasî û akademîk
Folklor, ferhengnivîsî, lêkolînên zimannasî (teorî, pratîk, zaravezanî û pirzimanî)
Lêkolînên miqayeseyî yên edebî/zimannasî bi rawestan li ser kontekta zimanê kurdî bi zimanê farisî, zimanên îranî û yên ne îranî.
Beşên hevpar:
Ayînî û îrfanî, dîrokî, çandî û civakî, hunerî, hiqûqî, siyasî û aborî, perwerde, zayend û medya
Nivîskar û lêkolîner divê xalên li jêr li ber çav bigirin:
Ji bo dema yekem a xelata Qelema Hejar, merca dema çapbûnê ji bo berheman nehatiye diyarkirin.
Zimanê nivîsîna wan berhemên ku ji bo beşa yekem a bangewazîyê (wêjeya kurdî: roman, helbest, şanoname, wêjeya zarok û nûciwanan û komele çîrok) tên şandin, divê bi kurdî bin.
Zimanê wan berhemên ku ji bo beşa duyem (lêkolînên zimannasî û wêjeyê) û sêyem (qadên hevpar) tên şandin, pêwîst nake ku bi kurdî bin.
Lewra ew berhemên ku bi zimanê farisî yan zimanên din di wan qadan de werin nivîsîn, dikarin di Xelata Qelema Hejar de beşdar bibin.
Wekî bibîrxistinê li gel wergirtina berhemên bi zimanên cuda, divê naveroka berhema pêşkeşkirî girêdayî qadên beşa duyem û sêyem ên bangewaziyê be û bi lêkolînên kurdî hevgirtî bin.
Ew berhemên ku di qada wergera edebî de beşdarî pêşirkê dibin (beşa yekem a bangewaziyê), divê yek ji zimanên jêder an mebest kurdî bin.
Çimkî wergera her zimanekî ji bo zimanê kurdî û yan wergera ji zimanê kurdî jo bo zimanekî din tê qebûlkirin.
Beşdarên qada wergerê, pêwîst e, kopyekê ji berhema jêder li gel berhema wergerandî bişînin.
Di qada ferhengnivîsiyê de, ferhengên yekzimanî, duzimanî yan çendzimanî têne qebûlkirin.
Di ferhengên duzimanî yan çend zimanî de divê yek ji zimanên çavkanî yan mebest kurdî be (wekî mînak kurdî-farisî yan farisî-kurdî).
Ew daxwazkerên ku di nav Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de dijîn, pêwîst e berhemên xwe bi awayê çapkirî û bi riya postê ji ofîsa xelatê re bişînin.
Pêwîst e ji berhemên çapkirî yên yek cilsî sê nusxe, yên du cild du nusxe û yên zêdetir cildî jî cildek ji ofîsê re were şandin.
Pêwîst e berhem heya 8ê Sibata 2025an ji nivîsgeha Xelata Qelema Hejar re bi riya postê were şandin.
Navnîşan: Parêzgeha Kurdistanê, Sine, zanîngeha Kurdistanê, lêkolîngeha Kurdistannasiyê, sekreteriya xelata Qelema Hejarî, koda postê: 66177-15175
Bi tenê ew beşdarên li derveyî Rojhilatê Kurdistan û Îranê dijîn dikarin berhemên xwe wekî PDF li gel destûrnameya weşanxane ya berhemê bi rêya maîla info.ksi@uok.ac.ir re ji nivîsgeha xelatê re bişînin.
Beşdar dikarin bi rêya malpera http://www.hajar.uok.ac.ir/ nûçe û zanyariyên dawî li ser Xelata Qelema Hejar û qonaxên xelatê bişopînin.
Ev nivîs 162 car hatiye xwendin.





