AK Partiyê pakêta înfazê pêşkeşî parlamenê kir: Dibe ku berî Cejna Qurbanê gelekî girtî bên berdan

PeyamaKurd – Pakêta 10emîn a Darazê ku wekî yasaya înfazê tê pênasekirin, piştî biryara xwefesihkirina PKKê di 12ê Gulanê de, îro 29ê Gulanê ji aliyê Koma Ak Partiyê ve pêşkeşî Parlamentoya Tirkiyeyê hate kirin.
Serokê Koma AK Partiyê Abdullah Guler, derbarê projeyasaya înfazê de, agahî dan û diyar kir, “Ger wekî efûya giştî bê binavkirin, nikarin çareseriyeke mayînde pêk bînin.”
Guler, derbarê naveroka pakêta înfazê de da zanîn ku gelek hurgiliyên wê hene ku dê bi awayekî wekhevî sererastkirin di qanûnan de bêne kirin daku tawan neyên dubarekirin.
Hêjayî gotinê ye, beriya pêşkeşkirina pakêtê, aliyê DEM Partiyê azadkirina girtiyên nexweş bi awayekî demildest pêşniyar kiribû.
Abdullah Guler jî li ser derbaskirina qanûnê di parlamentoyê de got ku dibe beriya Cejna Qurbanê yasa derkeve ku wê bi hezaran girtiyên di zindanan de jê sûde bistînin û bên azadkirin.
Ev nivîs 122 car hatiye xwendin.




