Almanya, di mijara doktrîna nuklerî de, Rûsyayê bêminnet kir
PeyamaKurd - Wezîra karên derve ya Almanya Annalena Baerbock ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimir Putin doktrînê îmza kiriye ku eger welatê Rûsyayê bikeve ber êrîşên fuzeyên balistik, wê bi çekên nuklerî bersivê bide û ev biryara Rûsyayê dê Ewrûpayê netirsîne.
Wezîra Baerbock, di rêya vîdeoyê de, tevlî civîna li Varşovayê ya bi wezîrê karên derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski, bi wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot û bi wezîrê karên derve yê Îtalyayê Antonio Tajani re civiya.
Baerbock, piştî hevdîtina bi wezîrên navborî re, di civîna çapemeniyê de ragihand ku Putin piştî şerê bi Ûkrayna re destpêkir û heya niha gelek caran ji bo tirsa xwe bixe ser Ewrûpayê tiştên weha belav dike û got:
“Çiqas tiştên weha dubare bike jî wê nikaribe çavên me bitirsîne. Hezar roje ku şerê Rûsyayê bi Ûkrayna re dewam dike û azadiya me ya Ewrûpayê, bi aştiya Ewrûpa re girêdayiye. Ûkrayna ne tenê azadiya xwe û welatê xwe diparêze. Ûkraynayî hezar roj û şeve ku aştiya me Ewrûpayê diparêze.”
Baerbock ragihand ku Ewrûpayî bi hevre tevdigerin û bi hev ve girêdayîne.”
Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.