Anket | Kelehên AKPê yek bi yek hildiweşin!

Anket | Kelehên AKPê yek bi yek hildiweşin!

PeyamaKurd – ORC Lêkolînê encamên lêkolînên siyasî yên ku di navbera 25-29ê Adarê de li 9 parêzgehan kiriye eşkere kirin. Di lêkolîna ku bi rêbaza CATI (Hevpeyvîna Têlefonê ya Bi Alîkariya Kompîterê) hat kirin de hat dîtin ku AKP li parêzgehên ku wekî depoyên dengan tên dîtin de xisareke mezin dîtiye, CHPê jî li her parêzgehan dengên xwe zêde kirine.

Girtina Şaredarê Bajarê Mezin (IMM) yê Stenbolê û namzetê Serokkomariyê yê CHPê Ekrem Îmamoglû jî di anketa hilbijartinê de cih girt. Li gorî anketê hat dîtin ku AKPê deng wenda kirine.

Anket li bajarên ku wek keleha AK Partiyê tên zanîn hat kirin.

ORC Lêkolînê di navbera 25-29ê Adarê de li navenda AK Partiyê; Li parêzgehên Zonguldak, Sinop, Rîze, Kastamonu, Karabuk, Giresun, Bartin, Duzce û Boluyê anketên hilbijartinên giştî kirin.

Ji beşdaran hat pirsîn, "Eger vê Yekşemê hilbijartina giştî çêbibe, hûn ê dengê xwe bidin kîjan partiyê?"

Li gorî anketê AKPê li van bajaran hemû deng wenda kirine, CHPê jî rêjeya dengên xwe zêde kiriye.

Encam ev in: BOLU AKP: Ji sedî 32,1 CHP: Ji sedî 27,9

ZONGULDAK CHP: Ji sedî 36,1 AKP: Ji sedî 35,3

RÎZE AKP: Ji sedî 45,6 CHP: Ji sedî 24,5

KASTAMONU AKP: Ji sedî 36,2 CHP: Ji sedî 30,1

BARTİN  AKP Ji sedî 33,8 CHP: Ji sedî 30,1

KARABUK AKP: Ji sedî 31,8

GÎRESÛN AKP: Ji sedî 37,4 CHP: Ji sedî 26,1

DUZCE AKP: Ji sedî 40,7 CHP: Ji sedî 25,5

SINOP AKP: Ji sedî 36 CHP: Ji sedî 29,3

 
Ev nivîs 69 car hatiye xwendin.