Encumena Wezîran a Iraqê roja hilbijartinên parlamentoyê eşkere kir

Encumena Wezîran a Iraqê roja hilbijartinên parlamentoyê eşkere kir

PeyamaKurd – Encumena Wezîran a Iraqê roja 11ê Mijdarê weke roja hilbijartinên parlamentoyê ragihand.

Civata wezîrên Iraqê bi serpereştiya Mihemed Şîe Sûdanî îro Çarşemê biryar da ku 6emîn rûniştina hilbijartinên parlemantoya Iraqê di 11ê Mijdara îsal de were lidarxistin.

Roja duşemiyê, 7ê Nîsanê, Çarçoveya Hevrêziya Şîeyan biryar da ku hilbijartinên parlemanî yên îsal werin lidarxistin û daxwaz jî kir, ku di qanûna hilbijartinan de guhertin neyê kirin.

Di destpêka vê hefteyê de, Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê piştrast kir ku wan dest bi amadekariyên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê kiriye, tenê ji aliyê Encûmena Wezîrên Iraqê ve hatiye diyarkirin.

Ji sala 2003yan û vir ve 5 hilbijartinên parlementoya Iraqê hatine kirin û ya dawî di 10ê Cotmehê de hatiye kirin.

Ev nivîs 63 car hatiye xwendin.