HSDyê li Dêrezorê êrişî çekdarên berê yên Îranê kir

HSDyê li Dêrezorê êrişî çekdarên berê yên Îranê kir

PeyamaKurd – Hêzên Ewlekariya Giştî ya Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê îro Çarşemê dest bi zincîreyeke êrîşan kir ku endamên berê yên milîsên bi piştevaniya Îranê kirin armanc ku li Dêrezorê li hev nedkirin.

Jêderekî ewlekarî ragihand ku êrîş li çend taxên bajarokê Ebû Kemalê giran bûne, di encamê de 3 kes hatin girtin ku hat zanîn endamên navdar ên milîsên ser Îranê ve ne.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku ev bordûman weke bersivekê li ser hejmareke zêde ya giliyan bi ser wan kesan de pêk hat, ku tê gotin hîna çekdar in û beşdariya pêvajoya lihevhatinê red kirine.

Rayedaran di operasyonê de çekên otomatîk jî desteser kirin.

Jêderî tekez kir ku operasiyonên ewlekarî dê berdewam bin heta ku hemû çekdarên mayî yên rejîma berê û pêkhateyên Îran piştgiriya wan dike bên girtin ku lihevhatin red kirine.

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.