Qesra Spî: "Yan hûn ê danûstandinan bikin yan jî hûn ê berdêla wê didin"

PeyamaKurd – Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt, bal kişand ser girîngiya danûstandinên rasterast ên bi Îranê re ku wê di 12ê Nîsanê de bên kirin û got, "Serok Trump ji Îranê re got ku divê hilbijartinek bikin: an bikin an jî berdêla wê bidin."
Leavitt di civîna çapemeniyê de li ser danûstandinên rasterast ên DYA û Îranê nirxandin kirin.
Leavitt da zanîn ku, weke ku doh Serokê DYAyê Donald Trûmp ragihandibû wê di 12ê Nîsanê de bi Tehranê re rasterast muzakere bên kirin û beriya hevdîtinê nexwest li ser vê mijarê bi berfirehî biaxive.
Berdevkê Amerîkayê got: "Serok Trump ji Îranê re eşkere kiriye ku divê ew bijardeyekê bikin: yan danûstandinê bikin yan jî berdêla wê bidin. Eger ew bi rêka dîplomasiyê bigihêjin rêkeftinekê, ku em dibînin li wê derê diçin, wê encamên cidî hebin."





