Di navbera Îran, Rûsya û Çînê de hevdîtinên nukleerî pêk hatin

Di navbera Îran, Rûsya û Çînê de hevdîtinên nukleerî pêk hatin

PeyamaKurd – Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî ragihand ku wan li ser mijara nukleerî di asta pisporan de bi Rûsya û Çînê re, aliyên peymana nukleerî re hevdîtinên teknîkî kirin.

Heyetên pispor ên Îran, Rûsya û Çînê li Moskova paytexta Rûsyayê civîneke sêalî li ser bernameya nukleerî ya Îranê li dar xistin.

Piştî civîna girtî, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Garibabadî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê peyamek parve kir û got, "Li gor lihevkirinên ku di navbera Cîgirên Wezîrên Derve yên li Pekînê de hatine kirin, îro li Moskovayê di navbera Îran, Rûsya û Çînê de civîneke berhemdar û avaker hat lidarxistin."

Garîbabadî diyar kir ku heyetên pispor ên her sê welatan li ser geşedanên di mijara nukleerî, rakirina dorpêçan û biryara 2231 a Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de nêrîn û pêşniyarên xwe parve kirin û her wiha li ser dewamkirina hemahengiya sêalî ya nêzîk li hev kirin.

Gerîbabadî got: "Îran li ser bingeha pabendbûna xwe ya prensîb a dîplomasiyê, şêwirên xwe bi hemû aliyên peywendîdar re berdewam dike."

 
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.