Peyama Amerîka ji Sûriyê re

Peyama Amerîka ji Sûriyê re

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de derbarê rêveberiya nû ya HTŞ li Sûriyê de tekez kir ku divê rêveberiya Şamê li gorî mafên mirovan û yasayên navdewletî tevbigere. Wezaretê diyar kir ku ew li bendê ne ku ji hikûmeta Sûriyê gavên berfirehtir û berbiçavtir bên avêtin.

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Tammy Bruce di daxuyaniyekê de, nêzîkatiya Trump a li hember rêveberiya nû ya Şamê û gotûbêjên çaverêkirî yên ligel Îranê gotûbêj kirin.

Bruce got, "Pêwîst e hikûmeta nû hatiye avakirin, ne tenê bi beşdariya hin koman, di heman demê de beşên berfireh ên civakê jî ava bibe û li gorî pîvanên navneteweyî gavan biavêje. Di vî warî de heta niha pêşketineke berbiçav nedîtiye, em geşedanan dişopînin."

Bruce herwiha bal kişand ser hevdîtinên ku tê plankirin roja Şemiyê 12ê Nîsanê di navbera Amerîka û Îranê de bên kirin û ragihand ku ev civîn wê li Umanê were lidarxistin û nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê Steve Wiktkoff jî wê beşdarî hevdîtinê bibe.

Bruce diyar kir ku civîn ji muzakereyên fermî zêdetir cewherê xwe yê dîplomatîk bû, diyar kir ku Serok Donald Trump ji bo peymana bi Îranê re li bingehekê digere.

Bruce destnîşan kir ku Washington dê polîtîkaya xwe ya zextê bidomîne û got, "Eger aliyê Îranê çareseriya dîplomatîk hilnebijêre, ev yek dê ji bo wan encamên cidî derkeve."

"Divê Sûriye wek dewleteke rewa tevbigere"

Herwiha Tammy Bruce di daxuyaniya xwe de tekez kir ku, rêveberiya nû ya Sûriyê eger bixwaze ji aliyê civaka navdewletî ve were naskirin divê weke dewleteke rewa tevbigere.

Berdevk Brouss got, "Eger welatek bixwaze ji aliyê cîhanê ve were naskirin, divê bi zelalî pabendbûna xwe bi prensîbên navneteweyî û mafên mirovan nîşan bide."

 
Ev nivîs 55 car hatiye xwendin.