Artêşa Îsraîlê: Me li bakurê Şerîda Xezzeyê êrîşên xwe berfireh kirin

Artêşa Îsraîlê: Me li bakurê Şerîda Xezzeyê êrîşên xwe berfireh kirin

PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Îsraîlê Avichay Adraee di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kir ku artêşa Îsraîlê êrîşên xwe yên bejayî yên li Xezzeyê berfireh kirine.

Adraee diyar kir ku Arteşa Îsraîle "ji bo kûrkirina kontrola xwe û berfirehkirina herêma tampon" li herêma Şucayiye ya li bakurê Xezzeyê dest bi xebatê kir. Adraî bal kişand ser hişyariya valakirinê ya ku ji bo gelê Filistînê yê li herêmê da û îdia kir ku artêşa Îsraîlê li Şucayê bi endamên Hamasê re şer kirin.

Arteşa İsraile bi hişyariyen tehliyeye ku ji bo heremen curbecur yen Xezzeye hat dayin, li hereme gele Filistine neçar dike ku koç bikin. Doh jî Edrayî ji bo taxên Şucaiyye, Cedîde, Tirkmenan û rojhilatê Taxa Zeytûnê yên li rojhilatê Xezzeyê hişyarî dabû û gotibû, "Êrîşên tund birêxistin bikin."

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz di daxuyaniya xwe ya 2'ê Nîsanê de ragihandibû ku wan bi şikandina agirbesta li Şerîda Xezzeyê êrîşên ku careke din dane destpêkirin berfireh kirine. Di 31ê Adarê de, Adraee hişyarî dabû Filistîniyên ku li bajarê Refah û herêmên Manara û Kizan enNajcar ên li rojhilatê Xan Yûnis dijîn ku "tavilê malên xwe vala bikin".

 
Ev nivîs 66 car hatiye xwendin.