Li Îranê 8 karkerên Pakistanî dest û lingên wan girêdayî kuştî hatin dîtin

Li Îranê 8 karkerên Pakistanî dest û lingên wan girêdayî kuştî hatin dîtin

PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Sîstan-Belûcistanê 8 karkerên Pakistanî ku di dezgeyekî de dixebitîn, dest û lingên wan girêdayî bûn bi çekan hatin kuştin. Hat ragihandin ku karker ji aliyê êrîşkeran de hatine kuştin.

Karkerên Pakistanî ji eyaleta Pencabê ji devera Bahawalpurê çûne Îranê da bixebitin. Karker di karên boyaxa otoyan de, karê cîlakirinê û tamîratê de di dezgeyekî de dixebitîn. Rawestgeha wan her wê derê bûye, bi şev hinek kes avêtine ser dezgayê û wan bi çekan kuştine.

Balyozxana Pakistanê ya li Tehranê ragihandiye ku bi rayedaran re di nav têkiliyan de ne, ji bo êrîşker bên desteserkirin mijarê dişopînin û bo dadwerî bicîh were çi pêngav hene dê bavêjin.

Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.