Şîrketa ROKETSAN a Tirkiyê û Endonezya bi hevre tesîsa hilberînê ava dikin

PeyamaKurd – Rêvevbirê giştî yê şîrketa ROKETSANê Murat İkinci ragihand ku bi Endonezyayê re peyman îmza kirine ku li Endonezyayê bi hevre tesîsa hilberînê ava bikin. İkinci got:
“Hevkarên sanayiya bergiriya Tirkiyê ne tenê berhemekî difroşin. Tirkiye, esas bo welatên dost û bira, hevkarên xwe, bi hevre pêşdebirina teknolojiya bergiriyê jî peşkeş dike.”
Rêvebirê ROKETSANê İkinci tevî foruma dîplomasiyê ya Antalya bû û bi gelek rayedarên dewletan re hevdîtinan kir. Bi taybetî bi wezîr û rayedarên bergiriya welatan re têkiliyan daniye da bi wan re hevkariya sanayiya bergiriyê bike.
Di çarçova forumê de, ROKETSAN bi Endonezya re peyman îmza kir da bi hevkarî li Endonezyayê tesîsa hilberînê ava bikin.
Ev nivîs 37 car hatiye xwendin.




