Dadgeha bilind ya Îranê cezayê girtiyê siyasî Şehriyar Bayat yê îdamê qebûl nekir

PeyamaKurd – Girtiyê siyasî yê bi navê Şehriyar Bayat ku niha di zîndanê de ye, bi sedema çalakiyên “Jin, Jiyan, Azadi” û heqareta li pêxember bi cezayê îdamê hatibû cezakirin.
Lê dosya Bayat li Tehranê ji aliyê dadgeha bilind de xera bû û cezayê îdama wî qebûl nekir. Bayat dê ji nûh de li dadgehekî jêr ya Tehranê bê darizandin.
Li gor Hengawê, parêzgerê Bayat jî di ser hesabê xwe yê Xê de mijarê piştrast kir ku dosyayê dê bişînin dadgehekî jêrtir da ji nûh de wî bidarizînin. Bayat niha di zîndana bi navê “Evîn”ê de dimîne.
Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.




