Li bajarê Hakkariyê jinekî bi ben ve daleqandî hat dîtin

PeyamaKurd – Li bajarê Hakkariyê li taxa Menderesê jina 55 salî ya xwediya 3 zarokan ya bi navê H.D. di nav baxçê xwe de bi ben daleqandî hat dîtin.
Sedema mirina wê nehat zanîn bê ew bi xwe, xwe bi ben daleqandiye an hinek wê daleqandine, lêpirsîn dewam dike.
Bûyer, ji aliyê mirovên wê de hat dîtin û li ser bûyerê xeberê dan ciyên pêwendîdar. Di wexta kontrola tîmên tenduristiyê de hat tesbît kirin ku jinik jiyana xwe ji dest daye. Polîs li ciyê bûyerê lêkolîn û lêpirsînê dike.
Cesedê H.D. ê bo tesbîta sedema mirina wê birin morga nexweşxana dewletê ya Hakkariyê.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.