Nêçîrvan Barzanî diçe Parîsê

Nêçîrvan Barzanî diçe Parîsê

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serdaneke fermî wê biçe paytexta Fransa Parîsê û ligel Serokomar Emmanuel Macron bicive.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, îro Yekşemê 13.04.2025, li ser vexwandina Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Nêçîrvan Barzanî wê biçe Parîsê.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê sibê (14.04.2025) li Koşka Elysee ligel Serokomarê Fransayê Macron bicive.

Her du serok wê pêwendiyên Fransa ligel Iraq û Herêma Kurdistanê û herwiha şerê li dijî terorê gotûbêj bikin. Herwiha lîder wê li ser geşedanên li Rojhilata Navîn jî nêrînên xwe bi hev re parve bikin.

Ev şeşemîn serdana fermî ya Nêçîrvan Barzanî bo Fransa ye.

 
Ev nivîs 53 car hatiye xwendin.