Li Wanê li ser hev 3 erdhej çêbûn

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, îro 13ê Nîsanê roja Yekşemê li pey hev sê erdhej çêbûn ku ya herî mezin bi hêza 4.2yan bû.
Rêveberiya Karesatan û Rewşên Lezgîn (AFAD) belav kir ku li Wanê li demjimêr 11:58an erdhejeke bi pileya 4.2, li 11:39an bi hêza 3.6 û li demjimêr 11:59an jî bi lerza 3.2 li pey hev sê erdhej çêbûne.
Hate diyarkirin ku navenda erdhejan navçeya Tuşba ya Wanê ye û di kûrahiya bi qasî 4 kîlometran de rû dane.
Erdhejên Wanê bûn sedema tirsê ku li bajar û navçeyên derdorê jî hest bi wan hate kirin.
Ev nivîs 64 car hatiye xwendin.




