Şanda Rojavayê Kurdistanê bi Wezîrê Perwerdeya Sûriyê re civiya

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro 13ê Nîsanê şanda Desteya Perwerde û Fêkirinê ya Rêvebriya Xweser û Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji bo gotubêjkirina sîstema perwerdeyê li Şamê civiyan.
Di çarçoveya pêkanîna bendên peymana 10ê Adarê ya di navbera Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Şamê Ehmed Şera de, şandeke ji Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser doh çû Şamê.
Şanda Desteya Perwerde û Fêrkirinê, îro 13ê Nîsanê bi armanca gotûbêjkirina mekanîzmeya pêkanîna bendên têkildarî sektora perwerdeyê û rêbazên hevahengiya meteryalan û yekkirina pîvanên fêrkirinê, bi nûnerên Wezareta Perwerdeyê ya hikûmeta Sûriyeyê re civiya.
Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Sûriyeyê Ehmed Tirko ku bi xwe kurd e beriya niha ragihandibû, ew ê bi Rêveberiya Xweser re guftûgoyan li ser sîstema xwendinê bikin û hewl bidin bigihin çareseriyên pêwîst.
Wezîrê Perwerdeyê soz da ku, ew ê krîza derbarê ezmûnên dibistana navîn û amadeyî de li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de çareser bikin û tekez kir, wezaret ji nêzîk ve çavdêriya rewşê dike û li formûlekê digere ku mafên xwendekaran garantî bike.
Ev nivîs 77 car hatiye xwendin.




