Di meha Nîsanê de germa bajarê Sêwasê ket bin sifrê heya 17 dereceyan

PeyamaKurd – Li bajarê Sêwasê ji do êvarê de berf dibare û serê siba îro serma destpêkir. Germa bajêr ket binê sifrê heya 17 dereceyan.
Serê siba îro, di nava bajarê Sêwasê de germ di bin sifrê de 14 derece û li balafirgeha Nuri Demirağ ku ciyê wê bilinde daket bin sifrê heya 17,3 dereceyan.
Temamê rêyên nav bajêr yên erebe û peyayan cemed girt û li jorê avahiyan şembelîlkên bûzê çêbûn. Bo zerar negihê xelkê, temamê rêyan xwê kirin da cemeda rê bihele. Barîna berfê wê heya roja Duşemê dewam bike.
Ev nivîs 39 car hatiye xwendin.