Hevdîtina di navbera DYA û Îranê de bi dawî bû

Hevdîtina di navbera DYA û Îranê de bi dawî bû

PeyamaKurd – Hevdîtina di navbera heyetên Îranê û Amerîka de, tûra yekem li Ummanê bi dawî hat. Heyeta Îranê bi serpereştiya wezîrê karên derve Abbas Arakçi û heyeta DYAyê bi serpereştiya nûnerê DYAyê yê taybet yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff tevî hevdîtinê bûn.

Medya Îranê ragihand ku hevdîtin di erênî derbas bûye û wê hetfa pêşiya me de hevdîtin dewam bikin. Li ser mijarê berdevkê wezareta karên derve yê Îranê İsmail Bekayi, di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Hevdîtinên bi serpereştiya wezîrê karên derve yê Îranê Abbas Arakçi û nûnerê taybet yê DYAyê Steve Witkoff de, bi navbeynkariya wezîrê karên derve yê Ummanê Bedr el-Busaidi de destpêkirin. Tûra yekem qediya û wê hefteya pêşiya me de tûra duyem destpêbike.”

Çapemeniya Îranê bo hevdîtinê got ku hevdîtin bi rêzdarî û di atmosferekî baş de derbas bûye.

Ev nivîs 45 car hatiye xwendin.