Baerbock: Erêkirina Pûtîn a doktrînê nikare me bitirsîne

Baerbock: Erêkirina Pûtîn a doktrînê nikare me bitirsîne

PeyamaKurd – Pejirandina rêberê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn a doktrîna bersivdayîna bi çekên nukleerî ji bo bersivdayîna êrîşa moşekên balîstîk ên li ser Rûsyayê, li Almanyayê rastî berteka xwe hat. Ji serokwezîrê berê yê Rûsyayê Dmitry Medvedev daxuyaniya ‘3. Destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn’ hat.

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir ku erêkirina Pûtîn a doktrînê nikare wan bitirsîne.

Baerbock li Varşovayê bi Wezîrê Derve yê Polonyayê Radoslaw Sikorski, Wezîrê Derve yê Fransa Jean-Noel Barrot û Wezîrê Derve yê Îtalya Antonio Tajani re civiya.

Di civîna çapemeniyê ya piştî hevdîtinê de Baerbock diyar kir ku Pûtîn ji destpêka şerê li Ukraynayê heta niha gelek caran hewl daye tirsê belav bike û wiha got, “Çi bê gotin jî wê nikaribin me bitirsînin. "

Destpêka Şerê Cîhanê yê 3yemîn

Medvedev got, "Li gorî doktrîna nû ya nukleerê ya Rûsyayê, moşekên ku li welatê me tên avêtin, ji aliyê NATOyê ve weke êrîşeke li dijî Rûsyayê tê nirxandin.

Di bersivê de, dibe ku Rûsya bi çekên komkujî bersivê bide Kîev û tesîsên krîtîk ên NATOyê. "Ev tê wateya Şerê Cîhanê 3yêmîn"

 
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.