Dengê Amerîkayê doz li birêveberiya Trump vekir

PeyamaKurd – Xebatkarên Dengê Amerîkayê û hin saziyên çapemeniyê derbarê hedefgirtina rêxistina çapemeniyê ya ji aliyê birêveberiya Donald Trump ve daxuyaniyek dan.
Karkerên ku diyar kir wan ji ber biryara DYAyê bi hinceta “neqanûnî ye” doz vekiriye û xwestin ev biryar bê betalkirin.
Di dosyeya dozê de hat gotin ku “Çavkaniyeke girîng a nûçeyên bêalî ji kîsê piraniya cîhanê çûye.”
Biryara Trump ya derbarê Dengê Amerîkayê de
Serokê Amerîkayê Trump biryar da ku bydce û hejmara karmendên hin saziyên medyayê yên ku ji aliyê hikûmeta Amerîkayê ve tên fînansekirin, bi taybetî Dengê Amerîka kêm bike.
Di fermanê de talîmatên ji bo kêmkirina karên Ajansa Medyaya Cîhanî ya Amerîkî, ku mêvandariya Dengê Amerîka, Radyoya Ewropaya Azad û Asyayê dike û Radyoya Marti, ku nûçeyên bi zimanê Spanî ji Kuba re pêşkêş dike, di nav xwe de dihewîne.
Li gorî vê, hate diyarkirin ku dê budçeya saziyên çapemeniyê yên bi ser ajansê ve bê birrîn û hejmara karmendan bê kêmkirin.
Paşê hat ragihandin ku ji bo rojnamevanên li Dengê Amerîkayê kar dikin, destûra îdarî hatiye dayîn.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.




