Di êrîşa Îsraîlê de berpirsê medyayê yê Hizbullahê hat kuştin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Berpirsê Têkiliyên Çapemeniyê yê Hizbullaha Lubnanê Muhammed Afîf li başûrê Beyrûdê di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de hat kuştin.
Li gor nûçeya Reutersê ku li ser zarê jêderekî ewlekarî belav kiriye, Berpirsê Pêwendiyên Medyayî yê Hizbullahê Mihemed Afîf îro Yekşemî 17ê Mijdara 2024an di encama êrişeke esmanî ya Îsraîlê li ser navçeyeke qerebalix a Beyrûtê hat kuştin.
Li gorî heman çavkaniyê, Mihemed Afîf di encama êrişa li ser herêma Ra's Teba li başûrê Beyrûtê hat kuştin û 3 endamên Heşda Şeibî jî birîndar bûn.
Îsraîl û Hizbullahê bi fermî ev nûçe piştrast nekirin.