Di yek rojekî de 3 cara êrîşê UNIFILê kirin: 4 leşkerên Ganayî birîndar bûn

Di yek rojekî de 3 cara êrîşê UNIFILê kirin: 4 leşkerên Ganayî birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di yek rojekî de sê caran êrîşê ser Hêzên Aştiyê yên li Lubnanê yên Neteweyên Yekgirtî (UNIFIL) kirine. Di êrîşan de 4 leşkerên Ganayî yên UNIFILê birîndar bûne.

UNIFIL ragihand ku ev êrîşên han îhlala qanûnên navdewletiye û Îtalya jî bertek nîşan da û got ku êrîş nayên qebûlkirin.

Tê texmînkirin ku êrîş, li Lubnanê, ji aliyê hêzên derveyê Lubnanê de hatine kirin ku roketekî li rojhilatê gundê Ramyahê li baregeha "UNP 5-42"ketiye û di encamê de 4 leşkerên Ganayî birîndar kirine. 3 leşker ji wan ji bo dermankirinê şandine nexweşxanê.

Di daxwuyaniya UNIFILê de hat gotin ku di atolya tamîrê ya UNIFILê ku li Şamaye, 5 roket lê ketine, xesara mezin bûye lê birîndar û mirî tinene. Di nav yek heftê de heman baregeh cara duyê bûye hedef û di 15ê Sermawezê de guleya topekî ya 155 mm lê ketiye.

Li nêzî gundê Xirbat Silimê, kesekî bi çekan li dewriya UNIFILê xistiye û di encamê de xesar nebûye.

Êrîşên navborî nayê zanîn bê ji aliyê kî de hatine kirin û xebata tesbîta êrîşkeran ji aliyê UNIFILê de dewam dike.

Ev nivîs 32 car hatiye xwendin.