Erdogan: Em ji vekişîna Amerîka ya ji Sûriyê re amade ne
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di vegera Lûtkeya G20an a Brezîlyayê de, di balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan, li ser hilbijartina Donald Trump weke serokê nû yê Amerîkayê û îhtimala vekişîna Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê got ku ew ji bo rewşa nû ya piştî vekişînê derkeve holê amade ne.
Serokomarê Tirkiyê xwest ku rejîma Sûriye jî li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û HSDê bi wan re bixebite û wiha axivî: “Tehemûla me ji wan rêxistinên li derveyî sînorê me re nîne ku ji bo welatê me gef in. Em çi qasî hewl didin vê çiravê ziwa bikin, divê bi heman awayî birêvebiriya Sûriyeyê jî hewl bide.”
Herwiha Erdogan li ser îhtimala vekişîna Amerîkayê ya ji Rojavayê Kurdistanê jî ev daxuyanî da: “Em ji bo rewşa nû ya ku dê piştî vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyeyê derkeve holê û rastiya niha amade ne. Ewlehiya me ya neteweyî li pêşiya hemû tiştî ye. Em hewl didin vê atmosfera li Sûriyeyê veguherin rewşeke ku di sûda herêmê de be û em bi Rûsyayê re jî hevdîtinên pêwîst dikin.”
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.