Erdogan: Pêvajo baş dimeşe, pirsgirêk xuya nakin

Erdogan: Pêvajo baş dimeşe, pirsgirêk xuya nakin

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro 29ê Gulanê di vegera Azerbaycanê de, di balafirê de ji rojanamevanan re axivî û got, "Pêvajoya Tirkiyeya bê teror" ango pêvajoya çekdanîn û hilweşîna PKKê baş birêve diçe û ti pirsgirêk xuya nakin.

Erdogan diyar kir, pêşketinên di "pêvajoya Tirkiyeya bê teror" de baş in û bi awayekî erênî berdewam dikin. Herwiha Erdogan got: "Tevî hinek dengên nakok, peyamên ku têne dayîn erênî û avaker in ji bo pêvajoyê." 

Serokomarê Tirkiyeyê hişyarî da ku ew wek desthilatdarî hişyar in li hember kesên ku dixwazin pêvajoyê jehrî bikin û ew ê derfetê nedin wan.

Erdogan destnîşan kir, armanca wan rizgarbûna ji "kêşeya terorê" ye ku ziyaneke mezin gihandiye Tirkiyeyê û wan di vê pêvajoyê de qonaxeke wisa derbas kiriye ku berê negihîştibûnê û got: "Her tiştê ku em dikin, ji bo gelê me û biratiyê ye."

Li ser mijara HSD/YPGê û rêkeftina wan a bi Şamê re jî Erdogan diyar kir, "Pêwîst e yekparçeyiya axa Sûriyê û yekîtiya neteweyî bê parastin."

Ev nivîs 117 car hatiye xwendin.