Hêzên rejîma Sûrî li Helebê 3 Kurdên Efrînê girtin
PeyamaKurd - Hêzên rêjima Sûrîyê li bajarê Helebê yek ji wan parêzer 3 welatiyên Kurd girt. Parêzer hate berdan, lê herdu kesên din hîn nehatine berdan.
Li gorî ragihandina çavkaniyên ji Helebê, hêzên Ewlekariya Rêjîma Sûrîyê li ser rêbenda Ewarid a taxa Şêx Meqsûd û rêbenda Lêremûn 3 welatiyên Kurd ên şêniyên herêma Efrînê, girtin.
Hate zanîn ku Mihemed Sîdoyê 50 salî yê ji gundê Çolaqa yê Cindirêsê 9 mehê de li ser rêbenda Lêremûnê hatiye girtin. Welatiyê bi navê Şêxo Henîf Ebdulqadir ê 35 salî ku ji gundê Eşûnê ye jî 15 mehê hatiye girtin.
Herwiha Parêzer Îsam Mustefayê 43 salî yê ji gundê Emarê yê navçeya Mabeta, 13 mehê li rêbenda Ewarid hatiye girtin û doh 19 mehê jî hatiye berdan.
Hate diyarkirin ku Mihemd Sîdo û Şêxo Henîf koçberên kampên Şehbayê ne û dema serdana Helebê kirine hatine girtin. Parêzer Îsam Mustefa jî weke parêzer li Helebê kar dike.
Ev nivîs 38 car hatiye xwendin.