Hamas: “Em û nûnerê Trump di çarçova agirbesa mayînde de me li hev kir”

PeyamaKurd – Hamasê ragihand ku bi nûnerê DYAyê yê Rojhilata Navîn Steve Witkoff re li ser agrbesekî mayînde ya bi Îsraîlê re, li ser çarçoveyekî giştî li hev kirine. Peyman, bo Îsraîl bi temamî ji Xezzayê vekişe û alîkariya mirovî bigihê Xezzayê ye.
Hamasê ragihand eger peyman bicîh were, wê 10 dîlên Îsraîlî yên di destê Hamasê de ne serbest berdin. Hamasê her weha got ku peyman temam nebûye û li benda bersiva Îsraîlêne.
Îsraîl, heya niha bersiva Hamasê nedaye lê di rojên borî de serokwezîrê Îsraîlê Netenyahu gotibû:
“Wê Hamas ji ortê rabe û dîlên Îsraîlê ji Xezzayê dagerin Îsraîlê. Niha 20 rehîne dijîn, cenazen 28 dîlan jî li Xezzayêne.”
Ev nivîs 142 car hatiye xwendin.




