Li Nîjeryayê di bobelata lehiyê de 117 kes mirin

Li Nîjeryayê di bobelata lehiyê de 117 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Afrîka li Nîjeryayê bi sedema barana zêde, lehî rabû û di rabûna lehiyê de herî kêm 117 kes mirin û gelek kes jî wendane.

Ajansa Rêvebiriya Rewşên Lezgîn ya Nîjeryayê İbrahim Hussaini ragihand ku li dora 3 hezar mal (xanî) di bin ava lehiyê de mane.

Hussaini ragihand ku li eyalatê lehî roja Çarşema borî rabûye û bandora wê heya do serê siba dewam kiriye û gelek kes jî heya niha wendane.

Li Nîjeryayê di sala 2022an de, di rabûna lehiyê de, ji 600 kesî zêdetir mirov miribûn, li dora 1,4 mîlyon kes ji ser warên xwe rabûbûn û 440 hezar hektar erdê çandiniyê zerarê dîbû.

Ev nivîs 97 car hatiye xwendin.