Barana li Hindistanê hat bû sedema mirina 22 kesan

PeyamaKurd – Li Hindistanê li gelek eyaletan barana zêde hat û lehî rabû. Rabûna lehiyê bû sedema mirina 22 kesan. Li Hindistanê demsala Musona destpêkiriye û wê her roj bûyerên weha biqewimin.
Rayedarên Hindistanê ragihandin ku li rojhilatê bakûrê Hindistanê li eyaletên Assam, Arunaçal Pradeş, Mizoram û Tripura li gor tesbîtên niha ji ber baranê, rabûna lehiyê û heza li erdê ketiye, herî kêm 22 kes mirine.
Daîra rewşa kêşûhewayê ya Hindistane (IMD) ragihand ku wê di rojên pêşiya me de baran weha dewam bike. Barana Musonê her sal di navbera mehên Hezîran û Êlûnê de li Hindistanê dibe sedema xesarên mezin.
Ev nivîs 85 car hatiye xwendin.




