Balafirên şer ên Iraqê DAIŞ bombebaran kir: 6 DAIŞî hatin kuştin

Balafirên şer ên Iraqê DAIŞ bombebaran kir: 6 DAIŞî hatin kuştin

PeyamaKurd – Balafirên şer ên Iraqê li başûrê rojhilatê Kerkûkê hucreyên DAIŞê bombebaran kirin. Hat ragihandin ku 6 endamên DAIŞê hatine kuştin.

Li gorî nûçeyên di medyaya Iraqê de, balafirên şer ên artêşa Iraqê îro danê sibê li herêma geliyê rojhilatê Kerkûkê hucreyên DAIŞê bombebaran kir.

Hat ragihandin ku di bombebaranê de 6 endamên DAIŞê hatine kuştin û hucreyên çeteyên DAIŞê jî gelek zirar dîtine.

Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.