Numan Kurtulmuş û Özgür Özel Civiyan

Numan Kurtulmuş û Özgür Özel Civiyan

PeyamaKurd – Serokê Meclisa Tirkiyeyê,  Numan Kurtulmuş li parlamentoyê serdana Serokê Giştî yê CHPyê Özgür Özel kir.

Hat ragihandin ku civîna ji çapemeniyê re veşartî nêzî saetekê dom kir.

Özgür Özel got, CHPyê hîn namzetek ji bo hilbijartinên Serokê Meclisê yên 3yê Hezîranê diyar nekiriye.

Derbarê “pêvajoya çareseriya nû” ya Devlet Bahçelî de, Özel anî ziman ku CHP piştgiriyê dide damezrandina komîsyonekê li Parlamentoyê ji bo Tirkiyeyek demokratîk, û ew ê beşdarî xebatên parlamentoyê bibe.

 

Ev nivîs 114 car hatiye xwendin.