Şîrketên Tirkiyê û biyanî li Sûriyê veberhênana enerjiya stratejik ya bi 7 milyar dolarî dikin

PeyamaKurd – Şîrketên Tirkiyê û yên biyanî bi hevre li Sûriyê bi bihayê 7 milyar dolarî veberhênana stratejik ya enerjiyê dikin.
Peyman îro li Şamê bi amadebûna serokê Sûriyê Ahmed Şara, wezareta enerjiyê ya Sûriyê û ji Tirkiyê Kalyon Holding, Cengiz Holding, ji Qatarê UCC û ji DYAyê Power International di nav xwe de bi miqdarê 7 milyar dolarî peymana hevkariya stratejik ya enerjiyê îmza kirin.
Konsorsiyûma ku Kalyon Holding jî di nav de ye, wê li Sûriyê li herêmên Traifawi, Zayzoun, Deir-Azzour û Mehardehê bi temamî bi hêza 4.000 MW santralên bi gaza xwezayî dixebitin ava bikin. Her weha li herêma Wedian Alrabîyê wê santrala enerjiya rojê bi hêza 1.000 MWyî santralekî ava bikin.
Wê santralên bi enerjiya gazê dixebitin di nav 3 salan de û yên bi enerjiya rojê dixebitin di nav 2 salan de temam bikin.
Bi temambûna projeyan, wê hêza santralan bigihê 5.000 MW û salane wê hilberîna 35 milyar kWh elektrikê bikin. Bi van projeyan wê piraniya pêdiviya elektrîka Sûriyê temîn bikin.
Balyozê Ankara û hem nûnerê DYAyê yê Sûriyê Thomas Barrack di merasima îmzayê de axifî û got:
“Tiştên weha her wext nabin û hewlên rêvebiriya DYAyê di berjewendiyên hukumeta Sûriyê de ye. Serok Trump biryarekî cesûrane ya rakirina givaşên ser Sûriyê da. Silavên Trump bo we hene û desteka Trump ya bo hukumeta Sûriyê erê dikim. Bo me gelek bi qiymete ku alên 4 welatan li vê derê bilind dibin.”
Ev nivîs 153 car hatiye xwendin.




