Hatimogulları: Em hem ji bo muzakereyê hem jî ji bo têkoşînê amade ne

Hatimogulları: Em hem ji bo muzakereyê hem jî ji bo têkoşînê amade ne

PeyamaKurd – Hevseroka Giştî ya DEMê Tûlay Hatîmogullari jî diyar kir ku em her tim tekez dikin ku em ji bo çareseriya li ser bingehên demokratîk amade ne û derbarê banga Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî de jî wiha got: “Eger cidî bin, divê deriyên Îmraliyê berfireh bên vekirin. Bila Birêz Ocalan derkeve û peyamên xwe yên aştiyê bide gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn.”

Li Batmanê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd mîtînga "Demokrasî û Azadiyê" hat lidarxistin.

Hevseroka Giştî ya DEMê Tulay Hatimogullari di axaftina xwe ya li mîtîngê de got, “Niha hemû Tirkiye vê pirsê diaxive û nîqaş dike. Pêşketinên curbecur hene ku bi destavêtinê destpê dikin û em tam nizanin ew çi dixwazin. Em weke Partiya DEM, gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê helbet li aliyê aştiya bi rûmet in.

Zêdetirî 40 sal in em ji bo aştiyê têdikoşin. Ji bo edalet û demokrasî were vî welatî, ji bo biratî û wekheviya gelan me têkoşîn da. Wan çi kir, her carê hewl dan serê Kurdan biperçiqînin." Hatîmogullari herwiha dewam kir:

“Em ji vir bang li Enqereyê dikin; Me di her firsendê û li her derê de diyar kir ku em ji bo aştiyeke bi rûmet û çareseriya li ser bingehên demokratîk amade ne. Ji ber vê yekê me got ger hûn di vê mijarê de lîstikan nekin, di vê mijarê de hêviyên gel tinazan nekin, ger hûn ciddî bin, ger hûn ê bi cidiyeta dewletekê tevbigerin, pêşî deriyê Îmraliyê vekin. Bila birêz Öcalan derkeve û peyama xwe bide hemû Rojhilata Navîn. Ger şirîkê biçûk ê hikûmetê di peyamên ku dide raya giştî de ciddî be, divê pêşî wezaretên xwe aktîf bike û deriyên Îmraliyê veke. Bila Birêz Ocalan derkeve û peyamên xwe yên aştiyê bide gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn.”

Hatîmogûllarî bal kişand ser çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha dewam kir:

"Dibêjin em û Kurd birayên hev in, lê xetên wan ên sor dihejmêrin. Di vê xeta sor de ne Kurd û ne jî gelên din hene. Li gel vê jî dibêjin em birayên hev in. Ger hûn bibêjin bila navê we nemîne, bi Kurdî nepeyivin, wê çaxê em bibin bira, bersiva vê yekê em nadin, lê gelê me yê ku li qada ye dide. Bila qesr bibihîze û bila şirîkên hikûmetê bibihîzin. Dibêjin Partiya DEMê bi destên xwe pêvajoya aştiyê dimeşîne. Bi tevahî derew. Her cara ku me mîkrofon girt, me digot em ji bo aştiyeke bi rûmet amade ne. Werin em ji vir bi çepik û qîrîna xwe peyama herî xurt a aştiyê bidin Enqereyê. Divê hikûmet û dewlet vê biryarê bidin. Destê dirêjkirî destê tûncê ye an destê aştiyê ye? Ger ku destê dirêjkirî destek tûnc be û qanûnên tûncê bixin meriyetê, bila zanibin ku em ê têkoşîna herî xurt li dijî wan bidin meşandin.”

Hatîmogûllarî anî ziman ku yên dibêjin "Kurd birayên me ne" îro qanûneke bi du rojeva xwe amade dikin û got,

 “Ji vir, ji Batmanê em careke din bang li hikûmet û mejiyê dewletê dikin, em aştiyeke bi rûmet dixwazin. Gelê Kurd mafê perwerdeya bi zimanê xwe yê zikmakî dixwaze. Gelê Kurd dixwaze pêvajoya muzakere û diyalogê li ser bingehên demokratîk pêş bikeve. Ma hûn wek hiş û hêza dewletê ji vê re amade ne? Em li benda bersiva vê pirsê ne. Em ji bo muzakereyê jî û ji bo şer jî amade ne.

 
Ev nivîs 48 car hatiye xwendin.