Îranê hevdîtina ligel Elon Musk red kir

Îranê hevdîtina ligel Elon Musk red kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî, hevdîtina milyardarê Amerîkî yên xwediyê kompaniyên Tesla, SpaceX û platforma medya civakî Xê ku di kabîne nû ya Donald Trump de, biryare cî bigire red kir.

Hatibû îdiakirin ku Berpirsê Siyaseta Berhemdariya Hikûmeta Amerîkî (DOGE) Elon Musk, bi Nûnerê Daîmî yê Îranê yê Neteweyên Yekbûyî Emîr Seîd Erîvanî re hevdîtinek hatiye encamdan.

Li ser nûçeyên meday Amerîkî, Arakçî di hevpeyvîneke televizyonê ya Îranê de ragihand ku hevdîtineke wiha pêk nehatiye.

Arakçî bi teqezî red kir ku hevdîtineke wina pêk hatibe û got, ne pêkane e Erîvanî bi Musk re hevdîtinekê bêyî agahdariya me bike û ferman hatiye dayîn ku ew nûçe bê derewandin.

Hêjayî gotinê ye Rojnameya New York Times bi zarê du rayedarên îranî dabû xuyakirin ku 11ê Mijdarê roja duşemê Musk, bi Emîr Seîd Erîvanî re bi awayekî nepen hatiye ba hev û mijara kêmkirina rageşiya ligel Îranê hatiye gotûbêjkirin.

Ev nivîs 52 car hatiye xwendin.