Îsraîlê li Balafirgeha Senayê balafireke Hûsiyan xist xwarê

PeyamaKurd – Îro, 28ê Gulana 2025an, balafirên şer ên Îsraîlê li Balafirgeha Senayê ya paytexta Yemenê êrîşek li dijî Hûsiyan kir û balafireke wan xist xwarê.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku êrîş bi armanca têkbirina balafireke Hûsiyan li balafirgeha Senayê pêk hat.
Berî niha, Îsraîlê wekî bersiva mûşekeke Hûsiyan a li Tel Avîvê, êrîşî Senayê û balafirgeha wê kiribû û sê balafir xistibûn xwarê. Ji 7ê Cotmeha 2023an ve, Hûsiyan bi domdarî êrîşên mûşekî li Îsraîlê dikin, her wiha li Deryaya Sor alozî dikin û rê li ber keştiyên bazirganî digirin.
Di bersivê de, Amerîka, Brîtanya û Îsraîlê bi tundî li hemberî van êrîşan tevdigerin. Hefteya borî, Donald Trump daxuyand ku Hûsî teslîm bûne û li hev kirine ku êrîşî Amerîkiyan nekin.
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.





