Ji Erdogan daxuyaniya hevdîtina Trump

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, beriya ber bi Amerîkayê ve ji bo beşdariya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 80êmîn bi rê bikeve, li balafirgehê daxuyanî dan.
Erdogan, li ser hevdîtina 25ê Îlonê ya çaverêkirî ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump daxuyanî da û got, “Em ê bi Trump re 25ê îlonê hevdîtinekê pêk bînin. Me piştevaniya xwe bo hewlên Birêz Trump ên vîzyona aştiya gerdunî eşkere kiribû. Em di wê baweriyê de ne ku ji aştiyeke adilane ti kes winda nake. Em dixwazin li erdnîgariya me xwînrijandin û rondik bidawî bibin. Em her çi dikin ji bo vê dikin. Hêvîdarim serdana me ji bo welatê me û tevaya mirovahiyê bibe wesîleya xêrê.”
Herwiha Erdogan, diyar kir ku piştî şerê navxwe yê 14 salan beşdariya nûnerên hikûmeta nû ya Sûriyê bo Civata Giştî ya NY pêngaveke girîng e.
Ev nivîs 118 car hatiye xwendin.




