Ji Pûtîn pêngaveke tirsnak: Doktrîna nukleerî hat guhertin
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Valdimîr Pûtîn, doktrîna bikaranîna çekên nukleerî li dijî dijminan guhert.
Li gorî biryara Pûtîn ku belgeya doktrîna çekên nukleerî ya Rûsyayê hatiye nûjenkirin, ger êrîşeke konvansîyonel li hemberî hevpeymanê wê pêk were dê bikaranîna çekên nukleerî li dijî wan êrîşan binirxîne.
Di biryara nû de, qada bikaranîna çêkên nukleerî hate berfirehkirin ku ev jî ji bo cîhanê wekî pêngaveke tirsnak tê şîrovekirin.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov, pirsa rojnamevanan a “Gelo sedem û dema vê guhertinê biryara rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden a pesendkirina bikaranîna moşekên menzîldirêj ên amerîkî ji Ukraynayê bo axa Rûsyayê ye? got ku biryara di demeke guncaw de hatiye dayîn.
Ev nivîs 40 car hatiye xwendin.