Ji Tulay Hatîmogûllariyê bo Bahçelî: Bila ti kes têkoşîna me berevajî neke

Ji Tulay Hatîmogûllariyê bo Bahçelî: Bila ti kes têkoşîna me berevajî neke

PeyamaKurd – Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, li ser gotinên Devlet Bahçelî yên “Ew bûne xizmetkarên Amerîkayê" bersiv da û got, “Ew berevajîkirin dê li we vegere.”

Hevseroka Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tulay Hatîmogûllari di civîna heftane ya koma partiya xwe de axivî.

Hatimogullariyê got, “Rojîn Kabaîş bi guman jiyana xwe ji dest da. Ger li bendê bin ku em ê bawer bikin ku mirina Rojînê ne bi guman e, dê bixelitin. Dayik û xwişka Rojînê di nav me de ne. Hûn ê ti carî ne bi tena serê xwe bin di vê têkoşînê de, em ê bi we re bin. Gulistan Doku li Dersimê winda bû û Em ê bibêjin, em ê bi rêxistin û têkoşînê bi ser bikevin.”

“Em alîgirên aştiyeke birûmet in”

Hatîmogullariyê got, “Em weke Partiya DEMê alîgirên aştiyeke birûmet a li ser bingehê demokratîk in. Ji bo vê jî divê demildest tecrîda li Îmraliyê bê rakirin. Divê Birêz Ocalan azad bibe.”

Bersiv bo Bahçelî 

Hatîmogullariyê li ser gotina Bahçelî ya “Yên ku duh xizmetkarên serokê terorê bûn, niha bûne xizmetkarê Amerîkayê” jî got: 

“Em çareseriyê di jiyana hevpar de, di hawîrdoreke demokratîk de dibînin. Cihê mizakereyê parlamento ye. Bila ti kes hewl nede û têkoşîna me ya birûmet a aştiyê berevajî neke. Ew berevajîkirin dê li we vegere û we bifetisîne.”

Ev nivîs 35 car hatiye xwendin.