Jinping û Biden hatin ba hev: Divê ji bo aştiya cîhanê em bi hev re tevbigerin

Jinping û Biden hatin ba hev: Divê ji bo aştiya cîhanê em bi hev re tevbigerin

PeyamaKurd – Serokê Çînê Şi Jinping ku bi Serokê Amerîka Joe Biden re hevdîtin pêk anî got: "Çîn û DYA, wek du welatên mezin, divê rêyên bi hev re jiyanê bibînin û di vê cîhanê de di nav aştiyeke demdirêj de bi hev re bijîn."

Jinping û Biden di Lûtkeya Hevkariya Asya Pasîfîkê (APEC) ya li paytexta Perûyê Lima hate lidarxistin de, hatin ba hev.

Şî got, Çîn û DYA divê li gor berjewendiyên tevahiya cîhanê tevbigerin û ji bo cîhana aloz zêdetir zelaliyekê û enerjiyeke erênî bidin.

Di berdewama daxuyaniyên xwe de Şî diyar kir: "Çîn û DYA, wek du welatên mezin, divê berdewam bin di lêgerîna rêyên bi hev re jiyanê de û di vê gerstêrkê de aştiyeke demdirêj pêk bînin."

Jinping îşaret pê kir ku armanca Çînê ya avakirina têkiliyên bi istîqrar, tendurust û berdewam bi DYAyê re neguhertiye û wiha pê de çû: "Çîn amade ye ku bi hikûmeta nû ya DYA'yê re diyalogê bidomîne, hevkariyê berfireh bike û bi rêvebirina cudahiyan di têkiliyên Çîn-DYA'yê de derbasbûneke nerm pêk bîne."

Ev nivîs 43 car hatiye xwendin.